9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz: Divê Iraq tevlî nakokiyên li navçeyê nebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Heşda Şeibî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê Iraq tevlî nakokiyên li navçeyê nebe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşema 14.1.2024 li Bexdayê bi Serokê Heşda Şeibî Felih Feyaz re civiya.

Di civînê de, rewşa ewlekarî ya Iraqê, metirsiya terorê, êrîşên terorîstên DAIŞê li ser hêzên ewlekarî û welatiyên Iraqê, dawî pêşhatên şer û pevçûnan û bandor û encamên wan li ser deverê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Iraq bikeve nav kêşeyên li herêmê û parastina aştî, aramî û berjewendîyên bilind ên welat divê karê pêşîne yê hemûyan be.

Her alî hevnêrîn bûn ku armanckirina Pêşmerge û êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê, dê zirarê bigihîne ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pîêwendiyên Iraqê bi welatên cîran û navçeyê re jî, mijarên din ên wê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar