Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê li Bexdayê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û çend mijarên din civiyan.
Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, şandina mafên darayî, budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, berdewamiya gotûbêjên hikûmetê kirin.
Herdu aliyan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirikan divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê guftûgoyên xwe berdewam bikin.
Herdu alî li ser wê yekê hevfikr bûn ku jiyan û refaha xelkê Herêma Kurdistanê divê bi pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Iraq bikeve nav nakokiyên navçeyê û her alî ji bo parastina berjewendiyên bilind, aştî û aramiyê bixebitin.




