Mesrûr Barzanî û Balyoza Fînlanda behsa pêşxistina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 14.1.2024an, pêşwazî li Balyoza Fînlandayê li Iraqê Anu Saarela kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî, gotûbêj hatin kirin.
Beşeke din a civînê taybet bû bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, di vê derbarê de tekezî li giringiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de, hate kirin.
Parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, ewlehiya hêzên hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk ên li Iraqê û giringiya berdewamkirina erkên wan, beşeke din a gotûbêjan bûn.




