9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir û pîrozbahiya lidarxistina kongreya wê partiyê kir û destxweşî li hewl û çalakiyên wan kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Mijdara 2023an pêşwazî li şandeke Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi serokatiya serokê wê partiyê Mustefa Ozçelîk kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) behsa biryar û pêşniyarên kongreya dawî ya partiyê kir û bal kişand li ser hewl û çalakiyên Partiya Welatparêzên Kurdistanê yên ji bo pêşxistina kultur û zimanê Kurdî û pêwendiyên wan ligel aliyên siyasî yên Tirkiyê.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li kongreya Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir û destxweşî li hewl û çalakiyên Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re xwest.

Peywendî û hevahengiya di navbera herdu aliyan, mijareke din a vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar