Berpirsê liqê 8ê Partî 70 jinên şoreşgêr û çalakvan xelat kir

Zaxo-KDP.info/ Civata qeza Zaxo ya Yekîtiya jinên Kurdistanê simînarek bo Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partî Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî li hula civata navhatî sazkir û berpirsê liqê 70 jinên Zaxo xelat kir.
Serbest Lezgîn di simînara xwe de giringtirîn rûdan û pêşhatên deverê li ser astê Iraqa fîdral û herêma kurdistanê baskirin û di tewerekê taybet de amaje daye rolê jinê dinav civakî da bi taybet jina kurdistanê ku xudan mêjûyeka zêrîn û pire ji xweragirtin û qurbanîdanê û herdem mil bi milê zilaman û bi dirêjiya bizava azadîxwaziya gelê kurd jinê rulekê serekî gêraye ku bûye fakterê here bihêz û serekiyê paldana zilaman bo xebatê û jiber hindê afreta kurdistanê cihê rêz û şanaziya hemûtakên civaka mene.
Her bi helkefta roja cîhaniya jinan, Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partî Demokrat a kurdistanê 70 jinên şoreşgêr û çalakvanên Zaxo xelat kir




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)