Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Îraqê û dawî pêşhatên piroseya siyasî hatin behskirin.
Îro Sêşema 24ê Cotmeha 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Neteweyî ya Teqedumê, Şêx Cemal, kir.
Di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên piroseya siyasî hatin behskirin.
Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye ku di wê hevdîtinê de tekez hat kirin ku hevahengî û lihevnêzîkbûn û pevguhertina dîtin û nerînan di navbera pêkhatên siyasî yên Îraqê de bi merema çarekirina arêşeyan berdewam be.




