Liqê Yek pêşwazî li şandeke bajêrvaniya Sura Amedê kir
Dihok-KDP.info/ Şandeke bajêrvaniya Sura Amedê bi serokatiya Ebdulle Demîrtaş û digel bajêrvaniya Dihokê duhî roja 17/3 serî li Liqa Yek dan û ji aliyê Ebdulxaliq Babîrî endamê encûmena serkirdayetiya Partî ve hatin pêşwazî kirin.
Di civînê de herdû aliyan bas li têkeliyên hevdû kirin û bîr û ra li ser çawaniya karkirinê ji bo mifa wergirtin li hizrên hevdû û hat gotin: seredan û têkeliyên me dê pêtir şiyên xizmetê di biwarê avedankirinê de pêşkîşî welatê xwe kin.
Di tewerkê din de bal kîşa liser paşerojeka kurdistanê di ruyê geşekirinê da û bi taybet ji aliyê guzarî ve ku herêma kurdistanê bi welatekê zor ciwan li qelemda û tekez jî kir ku dê şêyîn li paşerojê hevrkên geşt û guzarê bin li ser astê cîhanê û bizavê bo xurtkirina peywendiyên herêmê digel welatên dewru beran dihîtekirin.
Li dawiyê berpirsê liqê Yek piştevaniya xwe û liqa yek bo ser xistina karê wan diyar kir




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)