PDKê peyvendiyên xwe bi partiyên cîhanê re bi hêz dike

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên xwe yên bi part û aliyên siyasî yên Cîhanî re evro Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demorkata Kurdistanê Hêmin Hewramî di du hevdîtinên cuda de bi heyeteke partiya desthilatdar ya Koriya Başûr û heyeteke partiya desthilatdar ya Qezaqistanê re civiya.
Di hevdîtina xwe ya bi heyeta Korî re Hewramî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û behsa xwesteke PDKê ya ji bo bihzêtir kirina peyvendiyên xwe yên bi part û aliyên siyasî yên Cîhanî re kir.
Li hember de jî heyeta partiya desthilatdar ya Koriya Başûr jî diyar kir ku, em dixwazin peyvendiyên her du partiyan weke peyvendiyên heyî yên di navbera Hikûmeta Kurdistan û Koriya Başûr de bihêz û berfire bibin.
Bo vê mebestê her du alî dest bi nîqaş kirina bernameyeke pêwîst kirin û pişt re jî heyeta partiya han bi awayekî fermî heyeteke PDKê devetî Koriya Başûr kir.
Di civîna dudiyan de jî heyeta Qezaqistanî jî kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe ya bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyan di navbera her du aliyan deye




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)