9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê

Ji alîyê Sîyasî ve

Herêma Kurdistana Iraqê, pêk hatîye ji wê beşê Kurdistanê ya ku dikeve nav sînora Iraqê ya ku piştî şerê yekem a cîhanê hatîye çêkirin, ev herêma han jî bi pileya yekem herêmeka mirovîye ji bilî wê çendê ku niştiman yan axa Kurdane û piranîya xelkên wê jî Kurdin, lê ji alîyên fireh netewayî û fireh olî ve ji herêmên dinên Iraqê cudaye, ev beşa han a Kurdistanê di nav wêjeya Kurdî de bi başûrê Kurdistanê tê naskirin, lê ji alîyê destûrî û yasayî ve bi (Herêma Kurdistanê) tê navkirin, û wek herêmeka fedral di destûrê Iraqê ya nû de dan pê hatîye dan.


Serokê herêma Kurdistanê (serok Mesûd Barzanî) ye, serokê kabîna heftem a hukûmeta Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) ye, û (Dr.Erselan Bayîz) serokê perlemanê Kurdistanê ye.


Ji alîyê yasayî û îdarî ve, piştî hilbijardinên sala 1991 a yên perlemanê Kurdistanê hat hilbijartin û hemû pêkhateyên netewayî û olî li Kurdistanê wek (Kurd, Turkman, Aşûr, Kildan, Êzidî, Kakeyî, Kirîstîyan û Musilman) tê de beşdarî kirin, li dawîya meha Nîsanê, kabîna heftem a hukûmeta Herêma Kurdistanê pêkhat. Serokê Herêma Kurdistanê jî ji alîyên xelkê Kurdistanê ve bi awayekî raste tast hate hilbijartin.


Ev beşa han a Kurdistanê jî pêwendîyên xwe yên dostane bi hemû beşên dinên Kurdistanê re heye. paytexta Herêma Kurdistanê (Hewlêr) e.

Ji alîyê dîrokî ve


Ji berê ve Herêma Kurdistanê ji alîyê mîrnîşînên Soran, Baban, Behdînan û Erdelan ve desthilateka berdemî hebû, lê ji ber sedemên sîyasî, komelayetî û cîyografî ev mîrnîşîyên han ji nav çûn.


Li çileya sala 1918 a Şêx Mehmmûd Hefîd ji bo damezrandina hukûmeta Kurdistana başûr daxwaza piştivîya Îngilîz kir û ev hukûmeta han jî  di sala 1919 heta1922  hate ragihandin, lê pişt re ji nav çû.


Li sala 1929 a Barzanîyan daxwaza serxwebûna deverên Kurdan kirin, heta giha wê demê ku şoreş li dijî desthilata Baxdadê dest pê kir, herweha (Barzanîyê nemir) ji bo bidestanîna hêvîya mezina çêkirina dewleta Kurdî,  de sala 1945 a bo beşdarîkirina li komara Kurdistanê li bajêrê Mehebadê ber bi rojhilata Kurdistanê ve diçe û hevkarîya pêşewa Qazî Muhemmed bo serxistina û berdewambûna vê komarê dike. Eve jî heta sala 1946 a ber xwe dide û piştî roxana evê komarê, digel pêşmerge di dastaneka kêmwêne de û piştî bi çendan qehremanîya dîrokî  li sînorên Îranê, Iraq û Turkîya xwe digihane rûbarê (Aras) û piştî ji wê derê derbaz dibin, dighêjin axa Yekîtîya Sovîyêt a berê. Lê piştî serkeftina şoreşa Iraqê di sala 1958 a ber bi welêt ve vedigere û wek qehremanekî pêşwazî lê tê kirin.


Piştî xwedizîna hukûmeta Ebdulkerîm Qasim ji peymanên xwe yên li hember Kurdan û pêkolkirina evê hukûmetê bo qirkirina gelê Kurd, li meha Êlûnê sala 1961 şoreşa Kurdan dest pê kir, ev şoreşa han jî heta sala 1970 ê berdewam dibe, û wek mezintirîn şoreşa Kurdan tê naskirin, ji nişkê ve ev şoreşe han a bi serokatîya (Barzanîyê nemir) dikare desthilatdarên Iraqê yên wê demê naçarî bike bo mor kirina rêkeftina sala 1970  ê, ku yekemîn care dan pê dan bi mafê otonomîya Kurdan tê kirin, piştre "Devera Otonomîya Kurdistanê" hat ragihandin. Ev rewşa han jî heta sala 1974 a berdewam dibe. Wê demê desthilatdarên Iraqê rêkeftina 11 Avdarê binpê dikin û bê guhdan bi peymanên xwe bi awayekî takrawî sînora Herêma Kurdistanê destnîşan dikin û bajêrê Kerkûkê jî ku beşê herî pir ji deverên Kurdane, ji devera otomîya Kurdistanê dibirin, ji ber vê çendê careka din şoreşa Kurdan dest pê dike, evê carê jî bi pilaneka navdewletî de li rêkeftina nav xirap El-Cezayîr xîyanet li Kurdistanê û gelê Kurd tê kirin û şoreşa Êlûnê rastî nisko û şikestinê tê.


Careka din di maweyeka kin de,  dij bi pilanên dagîrkerên Kurdistanê şoreşa Gulan a pêşkeftîxwaz li 26 Gulanê sala 1976 a dest pê dike û Partîya Demokrata Kurdistanê û partîyên din ên Kurdistanî di xebat û têkoşînê de berdewam dibin û piştire ji bo yekxistina hemû şiyanan, hewlên şehîdê herdem zindî (Idrîs Barzanî) ku bi endezyarê rêkeftina giştî hate naskirin, di sala 1988 a bereya Kurdistanî pêkhat û di serhildana Avdara 1991 a dawî bi desthilata dagîrkerên Be'esîyan li vê parçeyê Kurdistanê hat.

Cînosayîd:

Di maweya cengê Îran – Iraqê de, Iraqê sîyaseta dije Kurdan dest pê kir û piştire şerê navxwe hat encamdan û piştre civaka sivîl a navdewletî Iraq şermezar kir, lê çi carî bi awayekî rast Iraq ne hat siza dan, li hember evê çendê jî Iraqê rêya qirrkirinê hilbijart û yek ji evan rêyan jî çekên kîmîyawî li dijî Kurdan bi kar anîn, Enfal û komkujîyeka sîstimatîk li dijî Kurdan hat encamdan, li 29 Adara sala 1987 a heta 23 Nîsana 1989 a supayê Iraqê bi fermandeya Elî Hesen El-mecîd ku bi (Elî Kîmîyawî) tê naskirin, mezintirîn komkujî li dijî Kurdan bi kar anî û di pirosesa Enfalkirinê de ya ku di heşt qunaxan hatîye cî bi cîkirin, tê de 4500 gund û bi çendan bajêr û bajêrokan hatin jinavbirin û komkujîya 8 hezar barzanî  û veguhastin û zindî bin axkirin nêzîkî 182 hezar jin û mêr û zarok ku piştî rizgarbûna Iraqê cendekên pîrozên wan bi hezaran di gorên bi komê de hatin vedîtin.

Cîyografî:

Herêma Kurdistanê ji parêzgeha Hewlêrê, Silêmanîyê, Kerkûkê û Dihokê pêk tê, dîroknas û Cîyogrfînas li ser evê yekê rêkeftin ku çîyayê Hemrîn sînora navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê pêktîne, raste heta niha sînora cîyografîya vê beşê Kurdistanê kêşe li ser hene, lê li gorî jêderan ev sînora han ji navîna Iraqê li başûrê-rojhilata bajêroka Bedre ya ser bi parêzgeha Wasit dest pê dike û ber bi bakur ve heta pira Naftê ya li rojavaya bajêroka Mendelî ve hildikşe, ji bilindîyên Hemrînê ve heta Fetha diçe, ser bi serî rûbarê Dicle serdikeve û ji bakurê bajêrê Mûsilê ve ber bi başûrê-rojavaya tê badan berve bajêroka Hezer diçe pişt re ber bi rojava berve sînora Iraqê û Sûrîya ve li bakurê bajêrokê Beaj ve diçe. Rûyê cîyografîya Herêma Kurdistanê 78736 km2 ku 18% ji hemû rûpîva Iraqê vedigre, û ji van dever û parêzgeha pêkhatiye:

  1. Parêzgeha (Duhok, Hewlêr, Kerkûk û Silêmanîye)
  2. Hemû dever û qezayên parêzgeha Neynewe ji bilî qezayên Mûsilê û Beaj û Hezer.
  3. Qezayên Xaniqîn, Mendelî û Kifrî ji bilî nahiya Beledroz û parêzgeha Dîyale.
  4. Navenda qezaye Bedre li parêzgeha Wasit li Kut.

Keş û hewayê Herêma Kurdistanê:

Pileya germê li meha çile ku sartirîn meha Herêma Kurdistanê ye navbera (3.1) li estesûna Selaheddînê û (9.9) li Xaniqînê, bi awayekî giştî her em ber bi bakurê-rojhilata Herêma Kurdistanê ve biçin pila germê kêm dibe, ji ber ku ev devera han her diçe bilind dibe, alîyên bakurê herêmê dikevine wê deverê ku ji kembera zevîyê ve dûrtirin, eve jî dibe egera kinbûna rojê li nîvê zivistanê salê de, û kêm bûna koşeya tîra rojê.
Kêmîya tîrbûna goşeya keftina tîrêja hetavê herweha rojên dirêj û şepola bayê kîşwerî ya hişk ku bi havînê Herêmê vedigire, bilindbûna yarîdeya pileya germê di evê werzê de didin, tevaya germa ya meha Tîrmehê de ku germtîrîn mehê salê ye ji 30 pileya sedî zêdetire.
Gelek cudahî navbera rêjeya barana salane li Herêma Kurdistanê heye; 328 mlm li Xaniqînê û zêdetir ji 702 mlm li Zaxo û li Rewandozê 969 mlm û li Akirê 1008 mm û li Pênçwîn 1263 mlm, bi giştî sebaret bi rêjeya barîna li baranê Herêma Kurdistanê em dikarin bêjin ku barana Herêmê ta berve bi bakur û bakurê rojhilatê ve biçin rêjeya baranê zêde dibe, eve jî ji ber sedeme bilind û nizmîyê wê deverê ye. Di warê baranê de em dikarin herêmê bo dû deveran dabeş bikin ku pêkhatine ji:

  • Herêma baranê misoger:

Ev herêma beşên Bakur û bakur rojhilatê Herêma Kurdistanê li xwe digre û başûr di gel sinûr abaşûrê devera çiyayî di herêmê de diçît, ev herêma bi piraniya baranê xwe tê naskirin ku navendî salane yê baranê ji 500 mlm kêmtir nîne, ji ber vê jî çandinî yê zivistanê ye li vê herêmê, salane ev herêm dikarê bi temamî pişt bi baranê ve girêde.

  • Herêma Baranê ne misoger

Ev herêma li deverên nîv çiyayî ye, rêjeya baranê lê kême (Salane ji 500 mlm) kêmtire, ev herêma bi wê tê naskirin ku rêjeya baranê salanê û mehane û werzane tave barane û hin caran kêm dibe li hember herêmê berî vê, ji ber vê çendê jî çandina zivistanê bi taybet li beşên başûr û başûr rojava de renge hevrûşî hişkiyê bibe.

Di warê keş û hewayê de Herêma Kurdistanê dabeşî du herêman dibe ew jî evin:

  1. Devera keş û hewayê deriya navîn:

    Ev core keş û hewaye li bakur û bakur rojhilatê deverê ye û sinûrên başûr di gel sinûrê başûrê deverê çiyayî di deverê de diçît, ev devera bêtirî 50 hezar km2 dagirtiye, ji aliyê gemiyê ve bi zistanan gelek sare û bi havînan hûnike, yek ji deverên baranê yên herî zêde ye li Iraqê rêjeya barîna baranê dighêje 500 mlm, ev rêjeya kêm nabe heta miro berê xwe dide rojhilat û bakur û bakurê rojhilat, rêjeya baranê li vê deverê bo çend rojan zêde dibe û dibe egera dabirana rêkan di navbera bajêrokên cudayên wê deverê.
     
  2. Devera keş û hewayê nîvhişik:

Ev devera beşê din ji rûbra Herêmê vedigre û di rûyê sîstema baran barînê wek deverê berê ye (Havînê hişke, zivistanê bi barane) lê di warê kêmî baranê de ji devera din cudaye (salane ji 500 mlm û bilindbûna pileyên germê di havînan de ji zivistanê kêmtir sare û kê caran befir lê dibare).

 

Hejmara akenciyên Herêma Kurdistanê


Li gorî serijmêriyên salên 1927-1987 bi şêweyê ye:

  • Di sala 1927 a hejmara akenciyên vî beşî ji Kurdistanê 613.347 kes bû.
  • Di sala 1935 a rêjeya akenciyan gehîşte 1.010.905 kes.
  • Di sala 1947 a gehîşte 13.383.378 kes.
  • Di sala 1957 a hejmara akenciyan gehîşte 1.822.390 kes.
  • Di sala 1965 a ehîşte 2.217.109 kes.
  • Li gor serijmêriyên sala 1977 a gehîşte 3.303.300 kes.
  • Di sala 1987 a gehîşte 4.386.697 kes.

Pêwîste em amaje bi wê bikin ku her çende ev hejmara rêk û hûr nîne , gûman li ne rastiya hejmara ji ber çend egerên siyasî û civakî ve digere, lê di gel vê de nîşan dide ku li hemû wan serijmêriyane li Iraqê hatine kirin, bi fermî wan hejmarên hatine tomar kirin derdikeve ku akenciyên Herêma Kurdistanê wek hejmareyên li jor amaje pê hatiye kirin rêjeya 3 milyon û 773 hezar kes di sedeyekê de zêde bûye, bi wateyekî din hejmara akenciyên Herêma Kurdistanê gehîşte 4 milyûn û 387 hezar di navbera 1927 – 1987 xuya dibe ku rêjeya salane 3,8% e.

Hevdem gereke em ji bîr nekin ku li encama siyaseta demdirêj ya rijêmên dagîrkerên Kurdistanê dîmografiye û pêkhateyê Kurdistanê hevrûşî cînosayd bûye. Li gorî zaniyariyan niha tenê 35891 km di bin deselata hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û 51226 km deverên dabirayî ne, wate rêjeya 59% ji Herêma Kurdistanê li derveyî deselata Herêma Kurdistanê de ye. Li gorî zaniyariyan çar parêzgeh û bîst qeza û û çil û heft nahiye ji herêma Kurdistanê di nav deverên dabirayî de ne û rêjeya wan jî dike 53%.

Aborî

Aboriya Herêma Kurdistanê pişt bi dahata neft û çandinê û geştûguzarê girê dide. Bi egera seqamgîrî li Herêma Kurdistanê rewşa aborî ji deverên din yên Iraqê pêşkeftî tire. Berî herfîna rijêma Sedam Husên, hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 13% ji dahata pirograma neft li hember xwerinê ya Iraqê werdigirt. Asayîşa xwarinê ya Herêma Kurdistanê weha kir ku piraniya dahatan li pirojeyên geşesendinê dihate xerckirin. Bi dawî hatina vê pirogramê di dawiya sala 2003 a de 4 milyar dolar ji dahata neftê li hember xwarinê bi xerc nekirî mabûn.

Piştî herfandina rijêma Sedam Husên û ew zincîra tund û tîjiyê ku piştî wê hatiye, sê parêzgehên li jêr deselata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tenê sê parêzgehên Iraqî bûn ku sopayê Amerîka bi "aram" da zanîn. Di sala 2006 a yekem bîrê neftê piştî azadkirina Iraqê li Herêma Kurdistanê ji aliyê kompaniyeka wize yê Nerwîjîbi navê (D.N.O), ji despêkê ve xuya bû ku ev kêlgeha neftê bi kêmanî 100 milyon bermîl neftê têde ye û di despêka sala 2007 a rojane 5000 bermîl neftê jê dihate derxistin. Di sala 2004 a de dahata take kesî li Her;ma Kurdistanê bi rêjeya 25% ji deverên din yên Iraqê zêdetir bû. Dû balafirxaneyên navdewletî li Hewlêr û Silêmaniyê hene û bi geştên asmanî bi welatên Rojhilata Navîn û Ewropa  ve girêdayî ne.

Piştî pirosa azad kirina Iraqê û destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî wek serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê piroseyeka berfireh ya aborî û bazirganî û bînasazî û avakirin û çêkirina baweriyê li ba sermayedarên Kurdistanê destpêkir, niha jî Kurdistan ne tenê li devereka aram û geşesendî tê bi nav kirin, lê pêgeheka wê ya siyasî berçav heye û Amerîka û hejmarek ji welatên Erebî û Ewropî kunsulxaneyên xwe vekirine û bi sedan kompaniya yên bîna li Kurdistanê mijûlî karê weberhênanin.

Ala û Sirûda Niştîmanî

Ala Kurdistanê

Hemû gelên li ser rûyê zevî, ewên serbestin yan bi şêweyekî federal dijî hemû xwedan alayê xwe ne, alayê Kurdistana jî alaya Kurdistana federale û li hemû deverên li jêr deselata hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, li dezgeh û saziyên fermî bilind bûye.

Wêneya Alayê Kurdistanê

Alaya Kurdistanê ji sê rengan û durişmekê di navîn de pêkhatiye.

Rengên wê:

Alaya Kurdistanê pêkhatiye ji lakêşên asoyî, lakêşê jorîn rengê wê sore, yê navînê rengê sipî ye û yê jêrîn rengê kesike.
Paniya alayê du li ser sê dirêje.

Durişma netewî:

Durişma netewî ya alayê Kurdistanê roja zêrîne, ev roja ji 21 per yên yeksan û hevşêwyên hev pêkhatiye.

Bi li ber çav girtina dû li ser sê ji meznahiya alayê, roja zêrîn bi perên wê ve (1) pîvere û bi bê peran nîv (0.5) pîvere, şêweya van peran raste û derve xalek tûj çêdikin.

Roj dibê rast di navîna alayê de cih bigre.

Roj bi şêweyekê cih girtiye ku stûna navîna alayê bi xala tûj yê bilindtirîn per de derbas dibe.

Çawaniya pêkhateya rengan:

Rengên alaya Kurdistanê bi şêweya jêrîn dibe:

  • Sor: PMS 032
  • Kesik: PMS 354
  • Zer: PMS 116

PMS= PANTONE Matching System www.pantone.com

Şêweyên bi karhanîna alayê:

  1. Girêdana bi darekê, pêwîste roj li herdû rûyan xuya be.
  2. Bilind kirina bi şêweya panî, rengê sor li jor û rengê kesik li jêr dibe.
  3. Bilind kirina bi şêweya dirêjî, rengê sor li aliyê çepê û rengê kesik li aliyê rastê dibe.
  4. Di danîna wê wek rozêt li ser sîng, li aliyê çepê li ser dil tê danîn.
  5. Danîna li ser mêz, pêwîste li aliyê çepê de bişkê.


Sirûda niştîmanî:

Sirûda Ey Reqîb ji aliyê şaîrê mezinê Kurd, parêzer Yûnês Reof, ku navdare bi Dildar di sala 1940 a de ev helbest nivîsand, ew jî bûye beşek ji kultor û ferhengê miletê Kurd û cihekî wê yê pîroz heye di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de û dilê cemawer de heye û sembola xebat û berxwedana gelê me ye û hêviya bîr û wîjdana hemû çîn û texên gelê Kurdistanê bû.

Jêder:

  • Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê www.krg.org
  • Hejmarek ji mamosta yên zanîngeha Selahedîn, derbareya Herêma Kurdistanê.
  • Dr. Ebdula Xefor, entografiya Başûrê Kurdistanê.
  • Dr. Ebdula Xefor, Cugrafiya Başûrê Kurdistanê.